Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên eşkere kir ku Hewlêr li rastî êrîşên dijwar hatiye û bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên eşkere kir ku Hewlêr li rastî êrîşên dijwar hatiye û bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Ziyad re axivî.
Di peywendiya telefonê de, Fûad Husên eşkere kir ku Hewlêr û deverên din yên Iraqê bi êrîşên dijwar re rûbirû mane û tenê Hewlêrê ji hêla zêdetirî 70 drone û mûşekan ve hatiye hedefgirtin.
Her wisa li beramberî gotinên wî, Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayed El Nehyan jî eşkere kir ku welatê wan bi nêzîkî 800 mûşek û dronan hatiye bombebarankirin.